Ew çawciwaney lêw qeytane
Lam mîwane be şewane
Nazenîn perçem çîn çîn
To wertigêram le dîn
Ew çawciwanî lêw qeytane
Lam mîwane be şewane
Kulmî ale wek gulale
Qed şimşale lîmoy kale
Nawqed heyase û kemer
Boy şêt bûm û derbeder
Ew çawciwaney lêw qeytane
Lam mîwane be şewane
Xistimye daw bala lewlaw
Bendî kirdim be xemzey çaw
Xistimye daw bala lewlaw
Be xemzey çaw bendî kirdim be xemzey çaw
Bê to min namewê jîn
Ba derçê gyanî şîrîn
Ew çawciwaney lêw qeytane
Lam mîwane be şewane
Ger nebînim ew çawkale
Em jîne xoşem la tale
Bînayî her dû çawim
Herame xwardin û xawim
Ew çawciwaney lêw qeytane
Lam mîwane be şewane
Her wek askî deştî çol
Keyf ekey em dol û ew dol
Qet bo minit nebû xêr
Piştit şikanim wek şêr
Ew çawciwaney lêw qeytane
Lam mîwane be şewane