Elî Merdan

Şekiresêw

Bi dengê: Elî Merdan
Diyalekt: Soranî
211
Şekiresêwe şekiresêw
Ew dem û lêwe şekiresêw
Cwan û şîrîne û şîrîn
Gulî ew kêwe nesrîn
Lêwî alit, daney xalit
Lîmoy kalit, şekiresêw

Hermê û sêw û lîmo
Qestem be dû çawî to
Dû çawî to
Kesim xoş nawê xeyrî to
Rojim le la şewe bê to
Şewe bê to

Be lencey cwan bêre heywan
Ba bitbînim, bûm be biryan şekiresêw
Be lencey cwan bûm be biryan
Ba bitbînim bûme biryan şekiresêw
Şekiresêwe şekiresêw
Ew dem û lêwe şekiresêw
Cwan û şîrîne û şîrîn
Gulî ew kêwe nesrîn
Lêwî alit, daney xalit
Lîmoy kalit, şekiresêw

Be çawî cwan û şîrînit
Be heq perçemî çîn çînit
Perçem çîn çînit
Qet min nanûm şewane
Xul exom lew kêwane
Lew kêwane
Dêwaney tom pê bizane
Axrî sûtam wek perwane şekiresêw
Şekiresêwe şekiresêw
Ew dem û lêwe şekiresêw
Cwan û şîrîne û şîrîn
Gulî ew kêwe nesrîn
Lêwî alit, daney xalit
Lîmoy kalit, şekiresêw

Şêt û şeyday çawî reştim
Nema keyf û sefa û geştim
Sefa û geştim
Cê nişînî herde û deştim
Çawerwanim bêy le rêwe
Bêy le rêwe
Hoşt birdim, wêlit kirdim
Zûrîşim*??? çû be hoy towe şekiresêw
Şekiresêwe şekiresêw
Ew dem û lêwe şekiresêw
Cwan û şîrîne û şîrîn
Gulî ew kêwe nesrîn
Lêwî alit, daney xalit
Lîmoy kalit, şekiresêw

*???= ew wişeyeman bo sax nebuwetewe, tikaye eger deyzanin le rêgey beşî raportî hele bomanî binûsin.
Zor sipas