Kiras kûderî awrêşim ba bes axt bo helkêşim
Kiçê be xuday swêndit dedem satê were lat danîşim
Çawciwan be xuday swêndit dedem satê were lat danîşim
Were were le beranberim satê danîşe
Rojê dû car boç etorêy kirdûte be pîşe
Rojê sed car lêm etorê kirdûye be pîşe
Kiraseket çîtî more tozî helîke zor şore
Dil her dilêke dame tu tuxwa neşmîl dil megore
Dil her dilêke dame tu tuxwa çawciwan dil megore
Were were ber pencere gêlgêle larî
Xom ebim be mêhmanit çawciwan nask û nazdarî
Xom ebim be mêwanî çawmes nask û nazdarî
Kiraseket ketançîne mubarekit bê şîrîne
Leser çî le min torawî rehimit bê besye em qîne
Were were le beranberim satê danîşe
Rojê dû car boç etorêy kirdûte be pîşe