Karmend Rwandizî

Şarî Merîfet

Bi dengê: Karmend Rwandizî
Diyalekt: Soranî
197
Heway xoşî befrî qendî hestî dilan şane deka
Bonî gulan dênê û deba bulbulan dêwane deka
Meger beheştî xwa wa bê lew nesîme seherîyeda
Rohî henar amade bê û şerab le peymane bika

Gela leser dirextewe be lence û lar û semawe
Qumrî be dil biçrîkênê şerhî ew giryane bika
Wekû baxî îrem waye siruştî razawey koye
Lewetey kurdistan heye koye em beyane deka
Heway xoşî befrî qendî hestî dilan şane deka
Bonî gulan dênê û deba bulbulan dêwane deka
Meger beheştî xwa wa bê lew nesîme seherîyeda
Rohî henar amade bê û şerab le peymane bika

Qelemzadey koye zorin be bîr û fikir û hoşewe
Koye her wa buwe û wa debê fexrî em samane deka
Çi şarê lem kurdistane sahîb fikirî minewere
Koyeye fikirî azadî pexşan û pexşane deka
Zeyneb heqte ger binazî bilêy koye û koyîzadem
Koye şarî marîfete û te’rîx em beyane deka
Heway xoşî befrî qendî hestî dilan şane deka
Bonî gulan dênê û deba bulbulan dêwane deka
Meger beheştî xwa wa bê lew nesîme seherîyeda
Rohî henar amade bê şerab le peymane bika

Honrawe: zeyneb xan (kiçe kurd)