Îsmaîl Sabûr

Gulbehar

Bi dengê: Îsmaîl Sabûr
Diyalekt: Soranî
141
Çawekem xo min birîndarî xedengî çawî tom
Zar û bîmar û giriftarî kemendî dawî tom

Wêl û sergerdan û xar û ’aciz û aşuftehal
Dil betalançûy kakulî alawî tom
Gulbehar çawxumar lêwbebar nask û nazdar

Ger depirsî [dad] û giryan û fuxanim bo çîye
Raste bawkimirde nîm emma cigersûtawî tom

Qatlî min kes nîye buxtanî naheq boç bikem
Min şehîdî xencerî mujganî tazesawî tom
Gulbehar çawxumar lêwbebar nask û nazdar

Min leber pîrî qedim xem nebuwe ger bawer dekey
Qedxemîdey qamet û balay wekû lewlawî tom
Ta be key qurban binalim min be êş û derdewe
Des be ejno û qurbeser daym be ahî serdewe
Gulbehar çawxumar lêwbebar nask û nazdar

Honrawe: kurdî