Hîcrî to çend sexte dulber, malekem wêrane bot
Roj û şew xembarî rûtim, dîdekem giryane bot
Eşkî çawim badeye, naley dilim eynî neye
Xak beser bêkes le hesret, cergekem buryane bot
Ey nîgarî nazenîn, lew rojewe dûrî le min
Seylî dîdem wa be xur dê, her wekû sîrwane bot
Şika piştim, bira cergim, le hesret wirde xalanî
Xudaye bo nema, ehd û qerar û meylî caranî
Hîcrî to çend sexte dulber, malekem wêrane bot
Roj û şew xembarî rûtim, dîdekem giryane bot
Eşkî çawim badeye, naley dilim eynî neye
Xak beser bêkes le hesret, cergekem buryane bot
Ey dile besye le xem, boçî enalî roj û şew
Şehdî lêwî dulberit, bo derdî to dermane bot
Demêke min le xurbetdam, xerîqî behrî hîrmanim
Bebê gul xunçedem, dayim muqîmî kuncî giryanim
Dilim hawîne bo weslî, belam ew meylî zistane
Xezanî boye kird xelkîne, umrî wek beharî min