Nasir Rezazî

Axe û Axe

Bi dengê: Nasir Rezazî
Diyalekt: Soranî
402
Çawmeste deheste bêre lam xunçe gulim
Maçim deye bimdwêne meşkêne dilim
Lem defrî meyet kaseyekim bo têke
Ta nebwe be defr û kase û goze gilim
Em care pelasî şerm û dîn pare deken
Em derdî hejaryem be mey çare dekem
Sê berde denême miştî bîrî pîrim
Kîjî rezî rûsurî tirê mare dekem
#goranî
Beranberim damenîşe
Cergit derhênam le rîşe
Ew derdey le towe le minîşe
Hey axe û axe û axe
Sîngit piyale û perdaxe
Bom têke lew qunaxe

Mang le asman yek û sêye
Leser sîney elf û bêye
Nem xuyinduwe û dersim pêye
Hey axe û axe û axe
Sîngit piyale û perdaxe
Bom têke lew qunyaxe
#meqam
Meygêr werewe bermal û cibey defrûşim
Rîşim le gêrew dadnim û weşey defrûşim
Tezbêhî destim darî fêl bazane
Herkes deyewê be çurê mey defrûşim
#goranî
Beranberim rawistawe
Wêney mang xermaney dawe
Cerg û dilim boy sûtawe
Hey axe û axe
Sîngit piyale û perdaxe
Bom têke lew qunyaxe

Danîştuwe leser kûrsî
Nuqte be nuqte deynûsî
Kê hakim bû kê deypirsî
Hey axe û axe
Bom têke cergim daxe
Sîngî piyale û perdaxe
Bom têke lew qunyaxe
Şadndina Deq: Aso Pîrî
Serastkirin: Çirîkey Kurd