Ta şem* nesûtê dem bedem
Fanî nebê ser ta qedem
Perwane qet nagate şem
Neşmîl neşmîl neşmîlane
Kuştimî ew dû çawe cwane
Ta çaw û dil xwên bar nekey
Qet’î hemû exyar nekey
Fikirî wîsalî yar nekey
Neşmîl neşmîl neşmîlane
Kuştimî ew dû çawe cwane
’aşiq ebê mestane bê
Xakî berî* meyxane bê
Saqî le lay canane bê*
Neşmîl neşmîl neşmîlane
Kuştimî ew dû çawe cwane
Lem lawe giryey nay û ney
Lewlawe xendey camî mey
Awir le ’alem berbidey
Neşmîl neşmîl neşmîlane
Kuştimî ew dû çawe cwane
’aşiq ebê mestane bê
Xakî berî* meyxane bê
Saqî le lay canane bê*
Ax neşmîl neşmîl neşmîlane
Kuştimî ew dû çawe cwane
Honrawe: wefayî
*= le honrawey şa’îrda "dil" û "derî" û "saqî le kin peymane bê" hatuwe.
Serçawe: vejînbûkis