Îbrahîm Qadrî

Meqamî Pîrehelo û Goranîy Lîmo Hey Lîmo

Bi dengê: Îbrahîm Qadrî
Diyalekt: Soranî
197
Payîze dar û dewen bê berge
Dil peşokawî xeyalî merge
Her gelayê ke le darê dewerê
Nûsrawêke be naxoş xewerê
Taw henawî nîye wa mat û peşêw
Leşî zamarî dekêşête nişêw
Roj pere, sarde kizey bay ziryan
Kate bo jînî le des çû, giryan
Dilî pir bû le pejare û le dilo
Jînî xoy hatewe bîr pîrehelo
Be qise xoşe metirsîy mirdin
Tale ew hestî be mirdin kirdin
Katî koç kirdine wextî sefere
Daxekem sextîy nemanim le bere
Her bîna hat ecel û min mirdim
Ba le şîwê per û balî birdim

Çwar kes le dinya negeyn be mirad
Las û xezal û lîmo gyan şîrîn û ferhad
Lîmo hay lîmo lîmo kerkale*???
Wek şem da’egîrsê lîmo gyan lew gewremale

*???= ew wişeyeman bo sax nebuwetewe, tikaye eger deyzanin le rêgey beşî "raportî hele" bomanî binûsin
Zor sipas