Şengal hawar dînê hawar
Min gorawim ya zemane?
Ew rojanet le bîr mawe
To kotir bûy min hêlane
To hewr bûy min barane
Hîç le bîrte
Wilat bû bejin û balaket
Minîş bibûm be alaket
Hawar dînê hawar
De pêm bilên min gorawim ya zemane?
Dyarbekir mat û melûl
Destew’ejno danîştuwe
Beyanît baş kam beyanî?
Sedan sale lem wilate
Her şewezeng her tarîkî
Şewe, şewe daym xewe
Hawar dînê hawar
De pêm bilên min gorawim ya zemane?
Hawar dînê hawar
Min gorawim ya zemane?
Le xewnda min debînî
Serim bote berde gewrey
Jêr binaxey qelam dimdim
Heste xatûn
Heste xatûn sîngim bote deruzayekî pan û berîn
Heste xatûn
Mêjû swalkerêke le derbarî xan û sultan perwerde buwe
Mêjû nokerêke be ber malî beg û axa rahatuwe
Hawar dînê hawar
Min gorawim ya zemane?
Hawar dînê hawar
De pêm bilên min gorawim ya zemane?
Le xewneke dême derê
Tepeyek dê pêstî qazî
Bote defey destî pêşeng
Tepeyek dê çaw degêrn
Komarî kurd kîjoleyekî kem temene
Leser destan bo derbarî padşay deben
Tepeyek dê dêne pêşê
Qamkekanyan rwî de mine
Demnasnewe le çwarçira
Be dest wane le dar diram
Le helebce be dest
Wane talan kiram
Îrhan*??? kiram
Le şengalê be dest
Wane xapûr kiram
Dewrem deden qelay sîngim
Dagîr deken
Dergay dilim dekenewe
Êskekanim dekirusnewe
Dagîr kiram
Wêran kiram
Let let kiram
Tirokiram
Firotram
Firoştiram
Hawar dînê hawar
De pêm bilên min gorawim ya zemane?
Şengal
*???= ew wişeyeman bo sax nebuwetewe, tikaye eger deyzanin le rêgey beşî "raportî hele" bomanî binûsin
Zor sipas