Çya Medenî

Şingal

Bi dengê: Çya Medenî
Diyalekt: Soranî
168
Minalêkî çawgeşî kurd
Leser şaxêk becê mabû
Le jêr hetaw û bê sêber bû
Firmêskî çaw rayjandibû
Le xoretaw têramabû
Serî surma û be tenya bû

Le naw cestey bênazîda
Girî hawar serî helda
Temen kurt bû mewdayî neda
Romanî jan le çap bida
Be dîdey pir le razîda
Beser perdey asmanda
Ewey qewma le jyanîda
Be yek wêne nîşanî da
Minalêkî çawgeşî kurd
Leser şengal becê mabû
Bê nan û aw, bê sêber bû
Firmêskekan rayjandibû
Le xoretaw têramabû
Serî surma û be tenya bû