Zekerya Ebdula

Çon Wa Nabê

Bi dengê: Zekerya Ebdula
Album: Tîlînaz
Diyalekt: Soranî
206
Çon wa nabê? çon wa nabê?
Dilim ’aşiqî cwanît nebê
Le çawî min hênde cwanî
Nabê hîç cwanî wa hebê
Çawekanit le kil nawe
Naz efroşî bem dû çawe
Elên meylî be min dawe
Du’ay ekem xozge wa bê
Çon wa nabê, wa nabê le astî cwanê
Dilbezêne, rifêne katê erwanê
Çon wa nabê? çon wa nabê?
Dilim ’aşiqî cwanît nebê

Tîrêkî wat le dil dawe
Her roj meylim bot zyad ebê
Be wişey naz û peymanit
Dembey berew dunyay cwanît
Şîrîne wek lêwekanit
Her wişeyek lay towe bêt
Çawekanit le kil nawe
Naz efroşî bem dû çawe
Elên meylî be min dawe
Du’ay ekem xozge wa bê
Çon wa nabê, wa nabê le astî cwanê
Dilbezêne, rifêne katê erwanê
Çon wa nabê? çon wa nabê?
Dilim ’aşiqî cwanît nebê

Awaz û dabeşkirdin: zekerya
Honrawe: cebar hebîb