Fwad Yare

Çî Bilêm û Çi bkem

Bi dengê: Fwad Yare
Diyalekt: Soranî
206
Demêk saqî demit bêne dexîlî çawekanit bim
Be camêk destî min bigre fîday pîrî muxanit bim
Le dû la mest û heyranim be quwey cezbe nazanim
Ne sergerdî ser û gerdin ne qurbanî lebanit bim

Xo min paşî to azîzekem xerîb û hejar
Le swêy balaket azîzekem bûme derdedar
Çî bilêm û çibkem boçî fuxan boçî hera kem
Çî dî heye dunya temenna le xuda kem?

Wextê bê yar bûy azîzekem her minit yar bûm
Her min dilsoz û azîzekem wa xemxiwarit bûm
Çî bilêm û çibkem boçî fuxan boçî weha kem
Çî dî heye dunya temenna le xuda kem?