Mihemed Mamlê

Denwê Denwê

Bi dengê: Mihemed Mamlê
Diyalekt: Soranî
162
Wêlî mekanî peryanim
Xelkî cizîr û botanim
’aşiqî kiçî şay peryanim
Ey denwê û denwê û denwê
Ey denwê û xewî naye
Şew be întîzarî yarim
Xew be çawimda naye

Xizim û kesekanim genê
Deçme baxî şay îremê
Belkû perî xanim denê
Ey denwê û denwê û denwê
Ey denwê û xewî sûke
Ew kîjem tazebûke
Wek sêwî ser çilûke

Kesrî neyete ser şanim
Lêm netorê perî xanim
Nazî wî emin deytiwanim
Ey denwê û denwê û denwê
Ey denwê û xewî naye
Şew be întîzarî yarim
Xew be çawimda naye

Min ademîzad to perî
Perî cwanin bo dulberî
Xom lê kirduwe be mişterî
Ey denwê û denwê û denwê
Ey denwê û xewî naye
Şew be întîzarî yarim
Xew be çawimda naye

Le nêw rûnakî û tarîkî
’aşiqim be kemerbarîkî
Birya dostim ba carêkî
Ey denwê û denwê û denwê
Ey denwê û xewî naye
Şew be întîzarî yarim
Xew be çawimda naye

Kîj dêne xwar deste deste
Yekêk le nawyan çawmeste
Ew arezûm û mebeste
Ey denwê û denwê û denwê
Ey denwê û xewî naye
Şew be întîzarî yarim
Xew be çawimda naye