Xozge lem dunyayeyda yek çawêkim hebwaye
Wesfî cwanî necîbem be dilî xom bikirdibwaye
Wesfî cwanî ew kiçem be dilî xom bikirdibwaye
Şewê takû beyanî şi’irim bo helbestaye
Ewsa mirdinim heq bû naheq nebû xudaye
Xozge lem dunyayeyda awatim ehate dî
Ew kesey roşnibîr bê têdega min delêm çî
Ca eger bem hale bê zehmete bo min bibî
Xozge etom bidîbwaye be cil û bergêkî kurdî
Yarekem lêm depirsê bo wa mat û hezînî
’alem gişt dilyan şade û toş her xerîkî şînî
Her kes halim bibînê werdegerê le dînî
Ewe dîsan kulawe dilim zam û birînî
Ewe dilim kulawe hemû zam û birînî
Ezanim rojê emirim her wa be narezay dil
Awatim nayete dî bew daxe eçme jêr gil
Temenî jînim ke roy helwerî wek perey gul
Ewsa hîç sûdî nîye şîn û giryanî be kul
Rojê bew xeyalewe eroyştim be rêwe
Rêm lê hele bû wek şêt kewtime ew deşt û kêwe
Xwa karêkî wam bo bika maç kem em dem û lêwe
Xwa karêkî wam bo bika bimjim ew dem û lêwe
Tûşî sed heley kirdim çî bikem ew dile peşêwe
Tûşî sed heley kirdim çî bikem em dile peşêwe
Xozge lem dunyayeda min rûnakîm bibwaye
Wesfî cwanî perwînim be dilî xom bikirdibwaye
Xozge lem dunyayeda yek çawêkim hebwaye
Wesfî cwanî necîbem be dilî xom bikirdibwaye
Şewê takû beyanî şi’irim boy helbestaye
Ewsa mirdinim heq bû naheq nebû xudaye