Min le xakî xerîbîda ’adetim şîn û giryane
Were û seyrêkî halim ke bizane çen perêşane
Bizane çen perêşane
Sînem pir ah û hesrete dilim wexte let lete ebê
Be bay seba cwab enêrim halî azîz ebê çî bê
Ke tom cêhêşt dilim mird terkî behar û gulim kird
Şewî dwênê her nexewtim eşkî çawim wişkî nekird
Takedarê cêjwanman bû to bilêy ew dare mabê
Hest ekem biçme xizmetî belkû şwênpêy toy lê mabê
Xozge temen rêgey baye yek dîdarman saz kirdaye
Lew dîdare têr têr bonî zulfî xawtim bikirdaye
Min le xakî xerîbîda ’adetim şîn û giryane
Were û seyrêkî halim ke bizane çen perêşane
Bizane çen perêşane