Eta Qeredaxî

Pêy Bilên

Bi dengê: Eta Qeredaxî
Diyalekt: Soranî
184
Pêy bilên bew nazdare ba carê serdanim bika
Derdedarî destî ewm bo xoy bêberî eka?
Eger rojê ew minî xoş wîstibê
Eger carê yadî minî kirdibê
Ke bimbînê çawî giryan ebê
Ke bimbînê halî perêşan ebê

Min nexoş û derdedarim ay ay sa le rêy xwa ’îlacê
Çen hekîm çarî min naken ay ay her ebê yar bimgatê
Pêy bilên xo ew fêrî ’eşqî kirdim
Hemîşe basî wefay bo ekirdim
Keçî êsta be corê dabrawe
Tenanet hîç yadgarî bîr nemawe

Bo bûyte mayey ’ezab û xemî çen saley dilim
Bo dwacar serdanêkim ke ba razî dilim derbirim
Pêy bilên bew nazdare ba carê serdanim bika
Derdedarî destî ewm bo xoy bêberî eka?
Were û temaşayekî malim bike
Were seyrî elbumî ’umirim bike
Ke bîbînî çawit pir giryan ebê
Ke bîbînî halit perêşan ebê