Hey askî sûkî le sêber silker
O heway berzî êlaxan leser
Hey ’enberîn xal susenî kilaf
Ey rûnakayî reşmalanî caf
Çinûr le baxan wenewşe le çem
Bûn be gulistan yekyan girt sercem
Çinûr bo wa zulifit lûl û peşêwe
Wenewşe milkeç xal ser lêwe
Şewan şew nale rojan rorome
Yekcar pejarey dûrîyekey tome
We roj egerim we her halê hes
We şew pejaret wer nadem le des