Ey sergerdanî manû
Lîqewmawî bêxanû
Ey mal û mindal le kol
Awarey nîştiman çol
Ey biray kurdistanî
Key mafî xot estênî?
Ey balindey bê hêlan
Ey weylanî bestezman
Lew deşt û dol û kêwe
Dû kol ebeyt be rêwe
Kolê mal û mindalit
Tezandûyetî balit
Kolî xemî weylanî
Dilit girtûye şanî
Barit qurs û pê petî
Rêbwarî rêy meynetî