Hesen Zîrek

Derdit Le Min Bûk Miryem

Bi dengê: Hesen Zîrek
Album: Radyo Bexdad
Diyalekt: Soranî
226
Teyrî bê dan û awim perwaney bal sûtawim
Lew rojey lêt birawim cwanê reş bû cerg û henawim
Cwanê ruhmî xêrit bê bimirim xerîb û lêqewmawim
Derdit le min bûk miryem eto gwarey emin gwêm
Wek mecnûnim lê hatuwe wey wey kuştey dû çawî leylê

Erê teyarey bal şikawim
Teyrêkî bal şikawim le şaxanda lê dirawim
Delêm destim desto ke bimirim reş bû cerg û henawim
Derdit le min bûk miryem eto gwarey emin gwêm
Wek mecnûnim lê hatuwe wey wey kuştey dû çawî leylêm

Nerim û nol û gird û mird destim lebo memkî bird
Kulmî sêwî lasûrin gyane têydaye xalî wird wird
Kifrê le min waqî’ bû daway dû maçim lê kird
Rebî malî min wêrane bê gyane û min kifrî wam boçî kird
Derdit le min bûk miryem eto gwarey emin gwêm
Wek mecnûnim lê hatuwe wey wey kuştey dû çawî leylêm

Çawit estêrey şewê kulmet dendûkî kewê
Mer berxî xoy çon dewê emnîş yarim wa dewê
Baskitim bo bike be serîn nermê be cût xewman lê bikewê
Derdit le min bûk miryem eto gwarey emin gwêm
Wek mecnûnim lê hatuwe gyane kuştey dû çawî leylêm
Wek mecnûnim lê hatuwe bimirim kuştey dû çawî leylêm