Nasir Rezazî

Meqamî Bîst û Hewt Sale Û Goranîy Bot Dênim

Bi dengê: Nasir Rezazî
Diyalekt: Soranî
171
Bîst û hewt sale min renicberî tom
Be nan û aw û cil û bergî xom
Xizmetim kirdî le ’êran û rom
Keçî hêşta her dîl û rencerom
Gunahim çî bû bem derdet birdim!?
Boçî be naheq wa sûkit kirdim!?

Bîst û hewt sale tale jyanim
Le jêr destî to zor perêşanim
Le însan naçim ’eynî heywanim
Wa be xot delêy hamî gelanim
Gunahim çî bû bem derdet birdim!?
Boçî be naheq wa sûkit kirdim!?

Bira gyan
Bîst û hewt sale zûxaw enoşim
Le zulim û cewrit her çaw epoşim
Leber to zerbem dawe le xoşim
Keçî hêşta her pest û serxoşim
Gunahim çî bû bem derdet birdim!?
Boçî be naheq wa sûkit kirdim!?

Bîst û hewt sale dem be hawarim
Carê napirsî ey hawar le halî zarim
Ezanî boçî ax le to bêzarim
Şarezay derdimî nakey tîmarim
Gunahim çî bû bem derdet birdim!?
Boçî be naheq wa sûkit kirdim!?
Bot dênim kiçê bot dênim
Le gul û gwaret bo dênim
Dû korpet le lank bê gyane herdûkyan radejênim
Yan ew baskî xom debirim erê ya hîçyan nagrênim

Boxom dûrim naygemê kes nîye welamey demê
Dû biroy reşî hîlalî kewtûne jêr perçemê
Sebir û hoşyan lê birîwim gyane xistûmye behrî xemê
Lûtî* çadrekeyt lade gyane ba mang derçê le temê
Bot dênim kiçê bot dênim
Le gul û gwaret bo dênim
Dû korpet le lank bê gyane herdûkyan radejênim
Yan ew baskî xom debirim erê ya hîçyan nagrênim

Ew qur’aney bitgirê hênat lêkit kirdewe
Sê car destit pêda da bo mizgewtit birdewe
Boxot keyfim bo dekey erê be gerdinî zerdewe
Eminit malwêran kirdo gyane be dem dax û derdewe
Bot dênim kiçê bot dênim
Le gul û gwaret bo dênim
Dû korpet le lank bê gyane herdûkyan radejênim
Yan ew baskî xom debirim erê ya hîçyan nagrênim

Defermûy bo to nabim! çonî delêy ta wa bim
Kewtûme bendîxane hey be yadî towe mawim
Yarebî kostî dil kewê gyane ger satê lêt cuda bim
Bot dênim kiçê bot dênim
Le gul û gwaret bo dênim
Dû korpet le lank bê gyane herdûkyan radejênim
Yan ew baskî xom debirim erê ya hîçyan nagrênim
Yan ew baskî xom debirim gyane ya hîçyan nagrênim

Honrawey meqam: fayq bêkes