Azad Qeredaxî

Cemîle

Bi dengê: Azad Qeredaxî
Diyalekt: Soranî
292
Cemîle ew qur’ane bitgirê ey hawar hênat lêkit kirdewe
Cemîle sê car destit pêda da ey hawar bo mizgewtit birdewe
Cemîle boxot keyfim bo dekey ey hawar be gerdinî zerdewe
Cemîle eminit malwêran kirduwe ey hawar be henasey serdewe

Cemîle cem cem cem û cemîle ey hawar berokit bo derzîle
Cemîle qamkit şûş û barîke ey hawar cwane bo engustîle
Cemîle qamkî şûş û barîke ey hawar cwane bo engustîle

Cemîle tuxwa tawê gwê şil ke ey hawar ba dengî min bitgatê
Cemîle ey ke cwan û şîrînî ey hawar taqaney mehabatê
Cemîle nehatî be mîwanim ey hawar danîşîn yek dû satê
Cemîle taqe maçêkim deyey ey hawar le cyatî gişt beratê

Cemîle her wek baranî behar cemîle wa firmêskim dêne xwar
Cemîle aramim lê birawe ey hawar rehimit pêmda bê car car
Cemîle be yadî ew çawanet ey hawar dadenîşim min xembar
Cemîle eger meylit leserme ey hawar bibe we yarim dû car

Cemîle cem cem cem û cemîle, cemîle berokit bo derzîle
Cemîle qamkî şûş û barîkit ey hawar cwane bo engustîle
Cemîle qamkî şûş û barîkit cemîle cwane bo engustîle
Cemîle awrî bexêrim wêde cemîle ew dilem bo to zelîle