Azad Qeredaxî

Sucdey Pîrî

Bi dengê: Azad Qeredaxî
Diyalekt: Soranî
309
Gerçî pîrim wa kewtûm le goşewem
Be dil be dway kiçêkî terpoşewem
Le rêy ’eşq û ewîn jînim be ba çû
Seyre êstaş her wa be peroşewem

Pîr nabê dil çend helkêşawe temen
Her le helpe û arezûy ew koşewem
Henasem deyşekand şorebî qijit
Her be meyl dîtnî ew serpoşewem

Xermanî jîn bû be xolemêş sûta
Her be yadit wa lew xewe xoşewem
Ax pîrî çi kostêkî çend kuşnidey
Bew pîrîyeş her be hîway toşewem

Ba balam wek biroy kewanî to bê
Wek law le rawî çaw û ebroşewem
Hêmay sucdeye pîrî û xoçemandin
Xo be lawîş bot her le kirnoşewem