Azad Qeredaxî

Mestî Badey Xezelim

Bi dengê: Azad Qeredaxî
Diyalekt: Soranî
300
Mestî badey xezelim serkeş û mestane derom
Jîlemoy baxî şemim şew wekû perwane derom
Deçme naxî girî pirtînî ewînî dilekem
Her wekû perwane leser we’de û peymane derom

Melî deryam û leser pêlî xefet dêm û deçim
Nîme bakê le xeter bew dile pir jane derom
Menzilim şwênêke rêgey pirî xof û xetere
Boseye û kewtûme nawî gurc û canane derom
Deçme naxî girî pirtînî ewînî dilekem
Her wekû perwane leser we’de û peymane derom
Mestî badey xezelim serkeş û mestane derom
Jîlemoy baxî şemim şew wekû perwane derom

Min berew jwanî gulim dam le şeqey balî ewîn
Teşneyî awî jyanim des û peymane derom
Teyrî bextî min berew aso xûşî be bê westan
Mest û dêwanem berew menzil û meyxane derom
Mestî badey xezelim serkeş û mestane derom
Jîlemoy baxî şemim şew wekû perwane derom

Honrawe: şaho mukiryanî