
Barîk bûm wêney dezû
Deçme hewa be yek fû
Le yek mîzan naçme der
Bûme berdî terazû
Bulbulî naw qefesim
Swarî esbî nahezim
Naşwêrim lêy dabezim
Her min sextim nabezim
Wa derwa mang û salim
Seyre bext û îqbalim
Her kesê dekem be dos
Ew lêm debê be zalim
Ew lêm debê be zalim
Her kes dekem be yarim
Be dostî dil ’uzarim
Xoşewîst û dildarim
Her ew debê be marim
Her ew debê be marim
Eger çwar feslî salê
Boy biçme der le malê
Herçî heme bîdemê
Wek mar le laqim de’alê
Wek mar le laqim de’alê
Nazanim min boçî wam!?
Çakey dekem berdewam
Legel dostanim be ’am
Her deşbêtewe xetam
Her debêtewe xetam