Şoriş Ebubekirî

Kirmaşan

Bi dengê: Şoriş Ebubekirî
Diyalekt: Soranî
134
Kirmaşan şarî şîrînim
Şarî cwan û kurdinşînim
Zor pêmxoşe ke bitbînim
Xoşim dewêy kiçe cîran
Ey wey wey
De were babanwêran
Kirmaşan şarî ejdadim
Kirmaşan qet naçî le yadim
Yadî mîrzade û zîreke
Şarî şîrîn û ferhadim
Ey wey wey
Şarî şîrîn û ferhadim

Le baxî destim bird bo bey
Ey wey wey wey barane
Baxewan gazî kird neykey
Ey wey wey wey barane
Marangez bûm be destî hey
Ey wey wey wey barane
Esmeran dû çawyan şîne
Ey wey wey wey barane
Esmeran xwênyan şîrîne
Bot mirdim wey barane

Bot mirdim naskê cwanî kîjoley mukiryanî
Girtim dû maçim lê send lew rastey xyabanî
Pêm gut awêzanit bim pîr bûy ew mekirey danê
Maşella zêdecwanî askî kanî askanî
Şengekçey sileymanî cwanî deştî lacanî
Kîjî serdeşt û sablax siney ya kirmaşanî
Çawkalî germyanî, hewlêr û badînanî
Gulî le naw sengerda şorekçekey kobanî
Kirmancî dyarbekir û qamîşlî û xurasanî
Naskî lay ermenyanî kîjî wirmê û kursanî
Şorekçey hewramanî teskeley merîwanî
We bal bestoy min cwanî
Mesîhî yan zerdeştî, kelhurî, yarsanî
Kake yan muslimanî, êzdî ya siryanî
Kirmancî ya soranî
Be xwênî germ û geşt esmer û çawî reşt
Qij kal û çawî geşt dyare her kurdistanî

Lew heramey lay bokanê lew dîne û dînê min
Gozey bo lênim be şanim lew dîne û dînê min
Dîn dîn û dîn dîn dîn... lew dîne û dînê min
Baskit bêne û bazût nerme şew bo serînê min
’eşq û soz û xoşewîstî seraser jînî min
Dengî musîqa û awaze hewênî jînî min

Bihemdîlla gulî re’na şikandî rewneqî leyla
Bilên mecnûnekey şeyda re’îsî ’aşiqan ba bê

’eşq û soz û xoşewîstî seraser jînî min
Dengî musîqa û awaze hewênî jînî min