Melî kwêstanî berzim şaxewanim
Heloy şaxim le berzî pasewanim
Wirey berzîm delê her berzefir bim
Leser awat û amancim mikur bim
Be serma û be germa û befir û terze
Depêwim rê berew ew lutke berze
Le berzayî derwanim min le nêwyan
Le bax û kêlge û sewzayî zewyan
Legel hewrazî serkewtûm le hewraz
Le lutkey kêw legel hewr bûme be hawraz
Legel muqbîl gewe û werzim birîwe
Sirûdî çyam leser qendîl çirîwe
Gelêk caran le hewran têperîwim
Le lutke bo gel û zêdim çirîwim
Lemêje dund û lutke bote pêgem
Tem û mij natwanê bigrê rêgem
Leser dundî hîmalaya û demawend
Degêrim korî helperkê û zemawend
Le berzayî gelê sermest û şadim
Hevalanî ledestiçûm dêne yadim
Melî kwêstanî berzim şaxewanim
Heloy şaxim le berzî pasewanim
Wirey berzîm delê her berzefir bim
Leser awat û amancim mikur bim