Şoriş Ebubekirî

Xemî Xom Nîye

Bi dengê: Şoriş Ebubekirî
Diyalekt: Soranî
118
Xemî xom nîye xemî tome
Xembar bî min rencerome
Be dil ’aşiq ezîzim
Be xalit bûm dîdekem
Melê şête şêtî tome

Be biro fermût biro boye
Êsta giryan û rorome
Dest helnagirim ezîzim
Le balaket dîdekem
Hemû ’alem bimka lome

Meylit nanêm taku demirim
Xozge bimirim ger be dirome
Dengit xoşe ezîzim
Boye emnîş dîdekem
’aşiqî heyran û lo lome

Xerqî çomî ’îşqî to bûm
To necatim de lew gome
Lêm mepirse ezîzim
Boçî degrî dîdekem
Kêşem legel bextî xome
Xemî xom nîye xemî tome
Xembar bî min rencerome
Be dil ’aşiq ezîzim
Be xalit bûm dîdekem
Melê şête şêtî tome