Şoriş Ebubekirî

Xunçegulekem (şîwenî Gulale)

Bi dengê: Şoriş Ebubekirî
Diyalekt: Soranî
150
Kiçim, mayey jyanim, yadgarî
Şebabim, noberey şîrînî darî
Xeramî kem dewamî ’umrî lawîm!
Dilopî xwênî germî agirawîm!

Cigergoşey ’ezîzim, nûrî çawim!
Serî tale dezûy amalî xawim
Çi zû mirdî? kiçim heyhat kiçî xom
Çi zû mirdî? çi zû kewtîte bin gom

Demê pişkûtî têr bonim nekirdî
Gulaley xoşewîst der lehze mirdî!
Kiçêkim bû, kiçê, tenya kiçê, bes!
Ewîşt axrî kuşt çerxî nakes!

Kiçim tenya gulim, neş’ey jyanim
Dilî şadim, tirûskey çawekanim
Kiçim, rohim, kiçim, heyhat û heyhat!
Çi koçê bû! çi koçê? wa kiş û mat?!
Xunçegulekem, bendî dilekem jakawî
Baxewan îştîbay kird awî dawî

Honrawe: goran