Ednan Kerîm

Qurbanî Dû Ebroy Reşî Fîtnegerit Bim

Bi dengê: Ednan Kerîm
Diyalekt: Soranî
174
Qurbanî dû ebroy reşî fîtnegerit bim
Heyranî lebî xendeyî şîrînşekerit bim
Em meclîse wa meste leber badeyî çawit
Her min be dil û gyan û ciger badegerit bim

Wek sofî be hîle* meke men’im le temaşa
Qurbanî dilî saf û sefay bêxeterit bim
To mangî* temaşa were emroke be lence
Qurbanî qedî şoxî* şedey larî serit bim

Kê bê ke ekêşê* be cefa û nazî dû çawit
Her xom* be fîday çawî sitarey seherit bim
Her lehze be sed terze deka fîtne be meylit
Qurbanî dûsed nazî be çawî nezerit bim
Honrawe: derwêş ’ebdulla

*= ew wişane le honrawey şa’îrda bem şêweye hatûn:
Be hîle ≥ dexîla
Mangî ≥ mandû
Şoxî ≥ şorî
Kê bê ke ekêşê ≥ kê bê ke nekêşê
Xom ≥ min