
Emşew xewm pêtewe dî
Le xewma bûbûy be perî
Wek firîştey berg sipî
Ehatye xwar ah be kipî
Perîzade ey dem û çaw firîşteyî
Salêk royî hewalêkim pê negeyî
Key dêytewe key dêytewe
Wa salêkî gewre û giran beser dûrîta têperî
Payîz hat û gela werî to kiçî wilatî befrî
Min amadem bo kiçêkî wek toy perî
Şwênpêy karwan helgirim bibme kurekoçerî
Salêk royî hewalêkim pê negeyî
Key dêytewe key dêytewe
Wa salêkî gewre û giran beser dûrîta têperî
To kiçî wilatî befrî
Her dêytewe û ke dêytewe
Bêgumanim ey ’ezîze nazdarekem
Êsta le caran cwantir û le caran şîrîntirî
Le caran şîrîntirî
Salêk royî hewalêkim pê negeyî