Zekerya Ebdula

Qeder

Bi dengê: Zekerya Ebdula
Album: Laperey Sipî
Diyalekt: Soranî
234
Min nemdezanî ewîn wehaye
Qederim hemûy wa le ’eşqaye
Xoşewîstîy to hênd le dilmaye
Min çarenûsim legel todaye
Nemzanî hênde dilim şeydaye
Bê to helnakem hîç lem dunyaye
Nemzanî dildarî debête xembarî
Ah û girye û zarî deşêwê şewgarî
Min çî bikem qedere le twanam bedere
Nagorê ta sere ca îtir toş were
’îşqî to lêydawim min bê to rûxawim
Şêtî tom ta mawim bêçare û damawim
Min çî bikem qedere le twanam bedere
Nagorê ta sere ca îtir toş were

Hergîz nemzanî ’eşqit nûsrawe
Le naw çawanî min mor kirawe
Du’ay naşadî le min xwênrawe
Le textî qeder bom helwasrawe
Destî cadûger bo min birawe
Ta heye şadî lêy dûr xirawe
Nemzanî dildarî debête xembarî
Ah û girye û zarî deşêwê şewgarî
Min çî bikem qedere le twanam bedere
Nagorê ta sere ca îtir toş were