Bo negryêm, bo nekem giryan û şîn
Dil le koldaye û derûnî min xemîn
Asman tarîke aso pir le kîn
Wa ewîn emrê, ewîn emrê ewîn
Ke to hatî legelta pêkenîn hat
Ke royştî henasey serd û heyhat
Hemûy her hat û çûne karî dunya
Be tenya her xeme her dê eger hat
Ebarê hewrî xem lem şare bê to
Waweylaye, xeme, haware bê to
Esîrî destî dûrî bû dilî min
Germeşîne, xeme, giryane bê to
Kiçî xembarî şarî agirawî
Jemê xoşîy nedîwe gyane bê to
Eger bêt û nebarê hewrî şîrîn
Lebaleb kasekem xwênawe bê to
Lebaleb kasekem xwênawe bê to
Bo negryêm, bo nekem giryan û şîn
Dil le koldaye û derûnî min xemîn
Asman tarîke aso pir le kîn
Wa ewîn emrê, ewîn emrê ewîn