Ke delên emro deşt û kêw şîne
Çende melbendî ême şîrîne
Ax biro ser girdî yare bibîne
Le cîhanda gulêkî rengîne
Ew demey roj degate êware
Rû bikere şaxî goyje binware
’erşî perwerdigarî lê dyare
Damenî wek beheştî awdare
Zemzemey bulbulî beharanî
Wirde baranî jêr dewaranî
Le şewî bezmî serçinaranî
Wişke sofî exate goranî