Mame kurnûy rakşawî girdekey seywanekem
Ser rehet, dil bêgrê, gwê şil ke bo dastanekem
Seyre, bezme, helperîne, pir le qaqa û xendeye
Ne’retey gwê ker eka, coş û kulî seyranekem
Mame kurnûy rakşawî girdekey seywanekem
Ser rehet, dil bêgrê, gwê şil ke bo dastanekem
Erxewan sûre, behare, gulşene, razaweye
Deşt û ko rengîn û pir şoye wenewşey yanekem
Mame kurnûy rakşawî girdekey seywanekem
Ser rehet, dil bêgrê, gwê şil ke bo dastanekem
Xermenî lale le kosaran û pêdeşt û nişêw
Sûrtire lew xwêney barîwey kulî giryanekem
Mame kurnûy rakşawî girdekey seywanekem
Ser rehet, dil bêgrê, gwê şil ke bo dastanekem
Kurnû= ehey kurnû, nawî ehmedî kurnuwe le zemanî kak ehmedî şêxa nokî kulanuwe, leber ewey pyawêkî xoş meşreb û qisexoş buwe û herekatî seyr û semerey kirduwe û bote hoy bezim û pêkenîn û xoşî, kak ehmed birdûyetî bo hec. pyawêkî ’aqil û hoşmend buwe... galtey be nahemwarî zemane hatuwe. xelkî şarî silêmanî buwe û her lewêş koçî dwayî kirduwe.
Girdî seywan= benawbangitrîn goristanî şarî silêmanîye ke jimareyêkî zor le zanayan û şa’îranî kurd lewêda nêjrawin.
Ser rehet: mêşk hêmne û be hîç karêkî narewawe xerîk û mandû nîye.
Gwê şil ke: gwê bigre.
Ne’rete: bo deng û hawarêkî berz û behêz bekar dêt û wek elên: ne’retey şêr ya nerey şêr.
Pir şoye= ter û tûşe.
Yanekem= xanekem, xanuwekem.