Nasir Rezazî

Saqîname

Bi dengê: Nasir Rezazî
Diyalekt: Soranî
156
Ey ew kesey detperistim û lêm winî
To xuda nî, to xoşewîstî minî
Le asman nî ta wêt ranega destim
Le qaf nî kaley asinit bo helbestim
Toy le min win kird û minî le to dûr
Ew bistokey dujmin nawî na sinûr

Na meço, cwanê meço, wawe meço?
To firîwî zêr û zîwî wan mexo
Ew hewesbazane cêy mitmane nîn
Her dezanin gul çinîn û bey rinîn
Wa were dey wa were nêzîk be lêm
Bimdeye mey bimdeye mey ta delêm
Mestê mestem saqîya destem bigîr
Ta neyoftadem z pa destem bigîr

Ca ke serxoş bûm be dengêkî newî
Bot delêm ew şê’re berzey mewlewî
Bişnew ez ney çun hikayet mîkuned
Wez codayîha şêkayet mîkuned
Gwêm deye ey dîdemestî qît û qoz
Ta binalênim wekû bilwêr besoz
Nabê qet naley cudayî bê eser
Ca çi ney bîka çi pyawî derbeder

Boye nalem têkelî ney kirduwe
Şîwenêkim pêye ney neykirduwe
Lêm gerê ba derbirim sozî derûn
Lêm gerê ta helwerênim eşkî rûn
Şîwenî min şîwenî însanîye
Bangî azadî û girûy yeksanîye
Şîwenî min şînî kurdî bê beşe
Ew geley haşa deken lêy û heşe
Ba le zarim bête der pişkoy şê’ir
Ba firawantir bikem asoy şê’ir
Parçe goştêke dilî min rû nîye
Nalenalî min direnge û zû nîye
Derdî dûrî kuştimî
Derdî huşyarî û sebûrî kuştimî
Yadî yaran û wilatim roj û şew
Lêy heram kirdim qerar û xurd û xew
Xemrewênêk lêre min nakem bedî
Çon pena bo mey nebem, saqî! edî!?

Nabînim xak û wilat û şarî xom
Nabînim nasyaw û dost û yarî xom
Rû leher layek dekem namoye bom
Nabînim cêjwan û kewne lanî xom

Şew dekêşim şewnxûnî û bê xewî
Roj deçêjim derd û daxî bê ewî
Çon nenalê ew diley pir hestî min?
Çon le ejno bibnewe dû destî min?
Çon nenalê ew dile engawteye?
Berd le berdî bêtewe dengî heye
Janî nasorî cudayîm çêştuwe
Herçî xoşim wîstuwe cêm hêştuwe
Helbirawim min le yarî nazenîn
Derkirawim min le xakî dilinşîn
Bûme aware û perîwey dûrulat
Kewtime nêw wirdedawî rêy necat

Bûme aware û perîwey dûrulat
Kewtime nêw wirdedawî rêy necat
Kurdewarî, ey wilate cwanekem!
Rolekem! xêzanekem! bawanekem!
Ey ewaney qet lebîrim naçnewe
Êste bimbînin erê emnasnewe?
Ey refîqan, ey ’ezîzanî wilat!
Ey biray hawsengerî cergey xebat!
Ger denalênim, emin pekkewte nîm
Tê dekoşim bo wesil takû dejîm
Koşşî min zor becêye û zor rewa
Çunke qanûnî tebî’et waye, wa
Her depêwim kêw û şax û çol û deşt
Dêm berew kwêstan berew baxî beheşt
Dêm berew hobe û hewarî basefa
Dêm berew ladê, berew kangey wefa
Ta bimênê nûrî çaw û hêzî pêm
Dêm û dêm û dêm û dêm û dêm û dêm
Dêm heta hembê birist û bîr û hoş
Ger gilaşim, kurdewarî û êwe xoş!

Honrawe: hêmin