Fetane Welîdî

Leser Kanî

Bi dengê: Fetane Welîdî
Diyalekt: Soranî
104
Leser kanî têtew
Lêw be kenîn goze be şane
Bo ran erêtewe
Wêney perî nask û cwane
Be nazew pa enê be rûy gulew şox û xeraman
Be dem şimşalewe hel’eperê erê bo naw ran
Le dûrewe qaw eka le şwan
Be dem bawe zulfî perêşan
Wekû ahû le kêwsan
Wêney bulbul aram nagrê
Awaz û goranî eçrê
Rêgam yekcarî dûre

Hawirdigme aw le kanî bem goze sûre
Bêrew le em awe bixiwe le min metore
Bêrew bêrew tuxwa axir le min merence
Bêre pîrîmewe lêm bisêne bem des û pence
Bisêne le desim awî fênk, key wextî lence?

Îtir hewesî dîdenî dildarim nemawe
Mecnûnim û bo hîç kesê meylim nemawe

Leser kanî têtew
Lêw be kenîn goze be şane
Bo ran erêtewe
Wêney perî nask û cwane
Be nazew pa enê be rûy gulew şox û xeraman
Be dem şimşalewe hel’eperê erê bo naw ran
Le dûrewe qaw eka le şwan
Be dem 'ba'we zulfî perêşan
Wekû ahû le kêwsan
Wêney bulbul aram nagrê
Awaz û goranî eçrê
Rêgam yekcarî dûre

Hawirdigme aw le kanî bem goze sûre
Bêrew le em awe bixiwe le min metore
Bêrew bêrew tuxwa axir le min merence
Bêre pîrîmewe lêm bisêne bem des û pence
Bisêne le desim awî fênk, key wextî lence?