Esrîn rêjneye û barane û cûlecûl
Zuxmî pencere û asin û jengî qûl
Dilêkî şikaw û zîz û mat û pir
Şewêkî nedwên û şir û sard û sir
Sîgar û henase û xemêk pir le hêş
Kirêwey sûtûy tûtun û xolemêş
Dête bîr ew rojane wa wek esîr
Le bendî ewînî toda bûm be pîr
Leber çawî xelkî pirim le bize
Le tenyayîda tê le cergim kize
Diltengim weku ew gelayey werî
Xezanê lezan bû be cilk û berî