Nasir Rezazî

Serdemêk Bû (niyaz) 2

Bi dengê: Nasir Rezazî
Diyalekt: Soranî
289
Serdemêk bû bê nexme bû baxçey jyanim
Bê wirte bû naw hêlaney bulbulekanim
Lerey dengî şadmanî û neş’em xinka bû
Şepolî bay behre û coşim meng rawesta bû

Nahumêd bûm wam ezanî derdêke karî
Berew pîrî çûn hênaye dyarîy êcgarî
Çawerwan bûm sakey gerdun gerdunî bêbak
Canewerî gor han eda bimkate xorak?

Belam ey yar, yarî nazdar, şorejnî şox
Be lêwî al, be çawî reş çawî reşî tox
Bem cwanyane ke zînetî beheştî dinyan
Bem cwanyane ke le toda hemûyan peydan

Lew rojewe dîwme sîhrî zerdexeney to
Dunyay derûn melekanî hatûnewe go
Serçawekey ’umrî cwanîm hatotewe qul
Baxçey jînim pir botewe le nemamî gul
Honrawe: goran