Entîke û zêdelawe çonî lê bikem silawe
Singî penîrî kurdî zulfî gyabend û xawe
Kelekey çepim kune naskol be mist lêydawe
Eger bibî* be yarim xudahafîz malawa
Oxey oxey şorejin ba leser to bimkujin
Dest le balat helnagirim no mindal memkit bimjin
Leser balay cwanêjin kurd be birnew bimkujin
Entîke û zêdehane guleket derdî girane
Utaqêkî bo dekem çîmento û balexane
Lew xalane û lew lêwane kamyan maç kem cwane
Oxey oxey bûk miryem eto gware û emin gwêm
Wek demançey kelekêm destim lêdey detreqêm
Entîke û zêdehane guleket derdî girane
Utaqêkî bo dekem çîmento û balexane
Lew xalane û lew lêwane kamyan maç kem cwane
*= eger "nabî" dirûste lêre. em deqe le çend goranîy mamosta zîrekda hatuwe.