Heme Ceza

Hanê Gul

Bi dengê: Heme Ceza
Diyalekt: Soranî
167
Hanê gul hanê gul bîde leber yexeket
Ba nerencê dile taze tengeket
Ba nejakê perçem û egrîceket
Razawe bê û pîroz bê ahengeket
Her xoş bê ahengeket

Derdî dûrî tenyayîm zor çêştuwe
Wek rewendan barim lêre xistuwe
Rencero xom kejalêm cêhêştuwe
Xefetbarim xemim le lêw nîştuwe
Hanê gul çepkê gul bîde leber yexeket
Ba nejakê perçem û egrîceket
Ba nerencê dile taze tengeket
Razawe bê û pîroz bê ahengeket
Her xoş bê ahengeket

Qizler xoşe pîremegrûn le şanî
Şaxî daban şengele*??? we mêrgepanî
Dar gwêzekan serçawey aw û kanî
Be nîw*??? rojê reşmalî cafekanî
Hanê gul çepkê gul bîde leber yexeket
Ba nerencê dile taze tengeket
Ba nejakê perçem û egrîceket
Razawe bê û pîroz bê ahengeket
Pîroz bê ahengeket

Zor bêzarim le dewr û barudoxe
Ba danîşîn lebin darî ew qoxe
Wêrane bûm her wek gundî bexdoxe*???
Demhejênê lence û larî ew şoxe
Hanê gul çepkê gul bîde leber yexeket
Ba nerencê dile taze tengeket
Ba nejakê perçem û egrîceket
Razawe bê û pîroz bê ahengeket
Her xoş bê ahengeket

Xom dezanim çend sazgare mêrgepan
Rawî ask û merekêwî û kerwêşkan
Kiloy befir û mastawî pir le qezwan
Awî sard û cê rawgey razî ’aşiqan
Hanê gul çepkê gul bîde leber yexeket
Ba nerencê dile taze tengeket
Ba nejakê perçem û egrîceket
Razawe bê û pîroz bê ahengeket
Her xoş bê ahengeket

Zor bêzarim lew rêyey to girtûte
Rojê nebû tegbîrêk bikeyn be cûte
Bextim reşe her wekû xalî rûte
Nazdarekem şazadey dolerûte
Hanê gul hanê gul bîde leber yexeket
Ba nerencê dile taze tengeket
Ba nejakê perçem û egrîceket
Razawe bê û pîroz bê ahengeket
Her xoş bê ahengeket

*???= ew wişaneman bo sax nebuwetewe, tikaye eger deyzanin le rêgey beşî "raportî hele" bomanî binûsin.
Zor sipas