Ger dembînî wekû sofî çon rîşim berdawetewe
Ahî hesret xozgey nebû le derûnma twawetewe
Ger dembînî dest le ejno serapa reşim poşîwe
Wek çawerêy sêdare bim reng û ruxsarim perîwe
Ger dembînî wekû sofî çon rîşim berdawetewe
Ahî hesret xozgey nebû le derûnma twawetewe
Çawim firmêskî lê birawe dilim wa degrî be bêdeng
Zerd û lawaz û bê hestim wekû rûbar û awî meng
Ger dembînî wekû sofî çon rîşim berdawetewe
Ahî hesret xozgey nebû le derûnma twawetewe
Kelkim nemawe refîqan bergey kostî wa nagirim
Dilim le mû barîktire bew xwa xerîke demirim
Ger dembînî wekû sofî çon rîşim berdawetewe
Ahî hesret xozgey nebû le derûnma twawetewe
Rojane her wekû şêtê bê fikir û ser lê şêwawim
Şewane deçme ser serîn ruxsarim dête ber çawim