Hênde giryam hênde giryam
Giryan bû be janedil lêm
Destim bo her gulê debird
Ebû be dirk le jêr pêm
Belam minî pîrî ’aşiq mandû nabim her leser rêm
Sozî derûn girî sîne be reqî bo dinya delêm
Dyare bêbext û sersextim herçîm xoş wîst zwîr bû lêm
Elêm takû bûnim hebê goranîy ’eşq bo kurd elêm
Hênde giryam hênde giryam
Giryan bû be janedil lêm
Destim bo her gulê debird
Ebû be dirk le jêr pêm
Minî tenyay mamexme mîwanî xomî xanexwêm
Îtir giryan dadim nada çawîşim nabîna bûn lêm
Nebada mergî lenakaw dergay tenyayî daxat lêm
Elêm takû bûnim hebê goranîy ’eşq bo kurd elêm
Hênde giryam hênde giryam
Giryan bû be janedil lêm
Destim bo her gulêk debird
Ebû be dirk le jêr pêm