Heme Ceza

Hewal

Bi dengê: Heme Ceza
Diyalekt: Soranî
145
Genim gulî girt co dûrayewe
Beynî emin û to her nebrayewe
Hîç hewalêkit be lama naye
Her wek lebîrit nemabim waye

Henar gulî girt lîmo zerd nabê
Beynî emin û to hey hey çon ebê wa bê
Beynî emin û to çon ebê wa bê?
Hîç hewalêkit be lama naye
Her wek lebîrit nemabim waye

Xerîb û bêkes be kej û kowe
Xerîb û bêkes hey hey be kej û kowe
Bew bayey dejîm hawar dê le lay towe
Bew bayey dejîm dê le lay towe
Hîç hewalêkit be lama naye
Her wek lebîrit nemabim waye

La daray dinya nîme sermaye
Malî derwêşîm hawar le xizmettaye
Malî derwêşîm le xizmettaye
Hîç hewalêkit be lama naye
Her wek lebîrit nemabim waye

Cergim esûtê ekat boso
Murîdî ’eşqim derwêşim bo to
Hîç hewalêkit be lama naye
Her wek lebîrit nemabim waye

Genim gulî girt co dûrayewe
Beynî emin û to her nebrayewe
Genim gulî girt co geşayewe
Beynî emin û to her nebrayewe
Hîç hewalêkit be lama naye
Her wek lebîrit nemabim waye