Kelkî qeywan azîz û yar
Êmeş pabendî ’eşqî ew
Boye herdem le cyatî jwan
Ebrîn hewraz bo lay be şew
Sêberekem û yanzey tir
Bew tirîfey mangeşewe
Yek le dway yek zor bê denge
Tabloyekî mat û menge
Le rêy şara hest werdegrîn
Boye hêwaş boy damezrayn
Xeyal witî: demrîn? dejîn?
Bilêy lem boseyeş derçîn!
Tund tifengim girte baweş
Witim ewey lem katana
Tenya qurbanî pê bidrêt
Şeref nîye belku gyana
Be camana encam bestim
Birînî meçekî rastim
Hatîn dîsan berew qeywan