Zekerya Ebdula

Nîgay Pirgo

Bi dengê: Zekerya Ebdula
Album: Laperey Sipî
Diyalekt: Soranî
146
Çîte wa lêm derwanî be nîgay pir penhanî
Dilî ’aşiqim şête û nagrê bergey cwanî
To bew çawe pir le naze çît lêm dewê bixiwaze
Were em diley min bo to pir le raz û nyaze
Cwanê to gelê cwanî bo be ’îşqim nazanî?
Dil her çawî le rête key rêgey pê dezanî?
Min dilim bo to rûxawe hîç aramî nemawe
Xelkî hemûy pê dezanê gyanim bo to sûtawe
Dil be tase min çawerêm hemû demû êwarê
Lew çawe cwaney ’îşq debarê
Min em dilem boy dête xwarê
Ey hawar xudaye le dest ew balaye
Xerîke demkujê delê dêm û naye

Ke dêyt û bom derwanî lem nawe gul debarê
Ger çiley zistanîş bê lêm debête gulzarê
To legel xota dehênî hemû xemlî beharê
Dil be tase min çawerêm hemû demû êwarê
Min hemû şadîm le todaye
Sebir û armîm bê to naye
Dê û dil delerzênê rohim lê destênê
Her çawê heldênê hemû dinya dênê