Çawerêtim were gyane
Bextewer ke em jyane
Jyan cwane le todaye be to cwane
Were bêne xendey ’aşiqane
Wek gulane ew nîga pir nazane
Were dil her çawerwane
Wekû caran şewane
Be hîwate, le jwane
Were bibîne derdim bizane
Dil bê to bê lane
Seyrî halim ke çi perêşane
Payîze xezane
Îtir ba bes bê em jane girane
Were her ’îşq rêgey dilane
Kê hêndey to şadî dênê?
Hest û sozim debziwênê
Dil’aramîm defrênê detorênê
Kê wekû to ewîn debarênê
’îşq dênê
Awazî dil dexwênê
Şadim deka dimgiryênê
Le dilda her demênê
Demkujêt û demjênê
Were bibîne derdim bizane
Dil bê to bê lane
Seyrî halim ke çi perêşane
Payîze xezane
Îtir ba bes bê em jane girane
Were her ’îşq rêgey dilane