Zekerya Ebdula

Ewîn Wa Nîye

Bi dengê: Zekerya Ebdula
Album: Laperey Sipî
Diyalekt: Soranî
144
Wam dezanî ’îşqî to nabrêtewe ta hetaye
Wekû ’îşqî min azîz hemîşeyî û bê kotaye

Azîz axir ewîn key waye!?
’îşq lay to wa bê behaye
Her wa bê ho azîz cêm dehêlî bo?
Dway to kêm heye kiçê lem dunyaye!?

Bê wefayî wa kiçê çon rewaye?
Wefa lay to çon wa bê manaye?
Le dunya tenya tom xoş dewîstî
Em dilem bê to sebûrîy naye

Azîz boçî dil desûtênî
Hezar derd û xem le dil deçênî
Cêm dêlî deroy axir boçî bo?
Herçî hîwaye lêm dexnikênî
Bê wefayî wa kiçê çon rewaye?
Wefa lay to çon wa bê manaye?
Le dunya tenya tom xoş dewîstî
Em dilem bê to sebûrîy naye