Çopî Fetah

Wênegir

Bi dengê: Çopî Fetah
Diyalekt: Soranî
101
Çî heldebjêrî wêneger
Çon eçîte dunyay huner
Kam babet û kam wêne û reng
Şadî ya xem, aştî ya ceng
Ya wêney xelkî dilteng

Wêneger çî heldebjêrî
Xakî tablo çon dedêrî
Babetî dinya kuçeket
Yaxud jûre çwarsûçeket

Jûreket lêwrêjî renge
Rohit pirawpir le denge
Be kame xal û kame xet
Wêney rohit ya hodeket
Ya deste manduweket