Fwad Ehmed

Be Zulf û Ruxsar

Bi dengê: Fwad Ehmed
Diyalekt: Soranî
374
erê ey zulf û ruxsar senemî çon mahî tabim
Demeke û xendekey nîgaht nemek û mezey şerabim
Min leber nîgahit bmirim, to serî xemzekey celabim
Bilê pêm gulekey beharî le to ta be key cuda bim?
Werewe, be şertî caran, rojî sed carit fîda bim

Be wêraney dilî şêwawim şîn û waweylaye û roro
Awirêk berbote henawim dête der le henasem bo so
Bûme efsaney wilatan: şar be şar, mal be mal, ko be ko
Xalî çaw û goşey ebrot dû dînyan kirdim leser to
Ya bimke pîrî meyxane, ya mirîdî xaneqat bim

Rûhekem rûy xot binwêne, ta be key kuştey nazit bim?
Demeket we xende bêne, ta nemridûm hemrazit bim
Carêkî be kerem bimdwêne min fiday deng û awazit bim
Meylî ebroy to qed nanêm xemzedey çawekey bazit bim
Min ke hat û qîblem gorî, ya xwa kafir bê celabim!

aşq wa debê, be hemû dem çaw pir aw, dil pir aw û mehzûn
Pêy heway bişkê, pêy nemînê xeyrî ho le derûn û bîrûn
Xakî rêy dulber wa bizanê surmeye bo çawî pirxûn
Segekey rêbazî Leylê were ser dû çawî Mecnûn
Dunyam ew roje lê rûne xakî berpêy aşinat bim